Hama Jaza

Gerdelûlî Sipî - Meqam

By: Hama Jaza
Dialect: Sorani
63
Hemû tosqalêkî leşî xot kird be pê û
Her negeyştî be hewarî sit fatîmekey carî caran
Hemû tosqalêkî hestî xot kird be çaw û
Carêkî tir kewî nîgat têrî nexward le bonî baranî kurdistan
Hemû tosqalêkî dilî xot kird be dest û
Negeyştîye pirçî kiçêkî kwêstan

Ax hemû tosqalêkî gyanî xot kird be bal û
Helfirît û helfirît û helfirît
To her negeyştî be seywan
Ax hemû tosqalêkî leşî xot kird be deng û
Goranît wit
Dengit ziryanî şew birdî û negeyştîye minalanî wilatêkî bê aw û nan
Ax to royît û le kîşwerî namoyîda pencekanî xotit kirde cêy birîn û kirûze û jan
To royît û hemû şax û daxekanî em wilate le dwat kişan
girdelan û melekanî şewî wilatî befir
Sereron le dwat bir bir
Çepkegulyan bo hênawî gulî *?
Dilî berdî sit fatîmeş twayewe bû be aw
Dilop dilop bot degeran be hezar çaw
Ey to nebûy salehay sal
Sit fatîmet xoş dewîst û boy degryay wekû minal
Bo cêt hêşt û hemû befrî em kwêstanet zwîr kird û
Xendey hemû hejaranî em wilatet xiste naxî sîrwanewe
Bo ewperî zewî çû

Ax to biroyt û le şewanî bestelekî bê derwazey namoyîda
Req helbêyt û tabuteket darî berûy helgurd nebê
Ax to bimrît û laşekeşt bo kurd nebê
Çawekanit helwerênî lewdîw şûrey xerîbîda
Ay be deste bê destekanî xot her le dergay zamekanî xot bideyt û nekirêytewe
To bimrît takû gilkoy gorekeşt le birîskey xoretawî kurdistanda neşnêtewe
Ey îtir kê le reşebay sûrî ewînî çawenwarîy sit fatîmeda bitwêtewe
Ey îtir kê wek to şeyday çawî mestî sit fatîme bê û
Le dilopey xwênî ewînî dilî xoy şî’rî bo bihonêtewe
Ey to nebûy bizeyêkî sit fatme û nîgayêkî çawekanî kejî diltyan sîxnaw dekird
Le porî wişe û goranî
Ey îtir boçî nayey bo şarekey caranî xot
Laşet le naw bestelekî hendirênda binêjî
Ey bo nayey çemî qûlî xwênî xot
Beser dar û berd û gerdî nîştîmanda birêjî
Bo çawe mestekanî sit fatîmeket helbestî taze bêjî

Eger lêre çawekanit lêk binêy û le seywanda
Le her şwên û qurijbinêkî şarî befir û erxewanda
To sêberî darberûy estûr û kon bikey be keprê bo xot
Ax zistan çolekey baran pol pol hemû qefesey hewr deşkênin
Liq û çilî darberuweket maç deken û
Şî’rekanit zengol zengol be dewrta epirjênin
Bonî pirçînî sit fatîmeş le bakanî sileymanî dedzin û bo toy dênin
Ax le wilatî xerîbîda kê detnasê
Kê dezanê to şa’îrî wilatêkî hezar hezar berde qaremanî tyaye
Kê dezanê dilî pîrit hezar hezar şî’rî ter û cwanî tyaye
Ay ke mirdîşî kê dezanê le jêr gilkokey toda gyanêk denwênê û nexşey wilatêkî tyaye
Çeqoy sitem eykêlêt û eygirwê eger lêre çawekanit lêk binêy
Be tinokî bestey sîrwan deşorêy û
To le sit fatîme zwîr bûy îtir boçî le tancero û mameyareş her detorêy

Ax ê xo min gişt kiçekanî em wilate dilmyan wekû yek eşkan
Netoram û her netoram
Baweş kird be hewar û gul û dirkî em wilate agireda be destî zam
Ay ne min narom
Ne min narom
Min namewê le wilatî namoyîda dûr le yaran bimirim û ser binêmewe
Min demewê wek befrî kon le kejêkî kurdistanda nexte nexte bitwêmewe
Ax birjêm be reg û rîşey darhenarê
Ke sibeynê gulekanî bo xoy deka be milwanke kiçî malehejarê