Aziz Sharokh

Gulî Jakaw

By: Aziz Sharokh
Dialect: Sorani
55
Gulê bûm le baxî jîna gulî awat û xem bûm
Gulî nakamî ser gorî jyanî bê semer bûm
Gulî jakawî derdedaran bûm
Leser lutkey jînî bê baran bûm
Were ey mayey jînim
Were hest û ewînim

Tuxwa pêm bilên boçî wa le dunya her meynetim dî?
Boçî satêkî nesrewt û ne aramî û ne şadîm dî?
Were toş ey bulbulî xemgîn derdî dilit beyan ke
Pir be gerût biçrîkêne xemî derûn reha ke

Demêkî derdî xom delêm demê derdî hejaran
Dekem awpirjênî dilî sûtawî çûm be talan
Leser bistûy jîn be tenya mawim
Be dawî ’eşqê gîrode mawim
Were ey hêz û tînim
Sarêj bike birînim

Wek estêrêkî bê nûrim le asmanî jyanmida
Tirûskey lê bedî nakirê meger şewqê bê hanim da
Bidat hêz be şabalanim bo teşqî asman bifirim
Awatî xom wedest bênim ewsa demirim ba bimirim

Şemî ser gorî awatî hemû derdedarêkim
Le şewezengî pir matem tenya xom rêbwarêkim
Le çolî jîna be sersam mawim
Be tasey hîwam mat û meng mawim
Were awatî jînim
Were hest û ewînim

Tirûskey pirşengî awat le şewgarî jyanmida
Eda le rêgey jyanî pir le tase û nakamîmda
Were toş ey dildarekem handerî jyanim be
Bo kend û kospî em rêye hawdem û hawrazim be