Dosim dilsozim toy dilnewazim
Dosim dilsozim hem dilnewazim
Qîblekey ’eşqî raz û nyazim
Eger legelma to bibî ta ser
Minîş legeltam ta rojî mehşer
Hîç xemit nebê le yadit nabem
Lêm dilnya be xedirit lê nakem
Gerçî xom dûrim rohim le late
Tayê le zulifit be dinya nadem
Talê le zulifit gyane be dinya nadem
Xwa pêm bida qesir û dûkanê
Xwa gyan pêm bida qesir û dûkanê
Qet bewe nabê to le lam danê
Mal dinyam boçes to le lam nebî
Katî naxoşî hawkelam nebî
Mal dinyam boçes tenya bo şewê
Qezay çarekê lay toy lê kewê
Ey xwa to gewrey hete deselat
Xem bê ya şadî xot eykey xelat
Xwa gyan to gewrey destelatit hes
Ey xwa to gewrey deselatit hes
Kesê ke kesim ba nemirim bêkes
Kesê bike kesim tuxwa ba nemirim bêkes
Key şêt ejnewê pendî ’aqlê
Swar çûzanê çone matlê
Key têr agaye tuxwa le birsî
Her boye ke toyş le min napirsî
Azîzim em karet dûr le merame
’aşiq rencandin lay xwa herame
Kem wêney bulbul bike çilawçil
Bê ba danîşîn le sayey dû dil
Dosim dilsozim hem dilnewazim
Dosim dilsozim toy dilnewazim
Hem kilîl ’eqil raz û nyazim
Razî dilekem beyan kem bo seng
Seng sya ebê egoryê le reng