Hoshyar Hama Faraj

Bedmes

By: Hoshyar Hama Faraj
Dialect: Sorani
17
Min mest û mest û mestim saqî were bemlawe
Camê bidere destim min pêkekem rijawe
Saqî be meylî çawit çawim le dest û came
Min kewtûme dawit melê lîqat herame
Meyxane germ û saze min key norem egatê
Çawit reş û xumare key meylêkim edatê

Yaran cemin dest be cam mutrîb hewa debêjê
Subih dedrête ber şem bemeş şerab erêjê
Saqî çareyêk şêt bûm demit wa demî dawe
Xo min her çawerêtim pêkî pirim rijawe
Demit bêne xo demîde min bawanî xemim
Welê le rûy şewêda to zîn min kake memim
Min mest û mest û mestim saqî were bemlawe
Camê bidere destim min pêkekem rijawe