Hoshyar Hama Faraj

Ta Neroştî

By: Hoshyar Hama Faraj
Dialect: Sorani
20
Ta neroştî nem’ezanî jyan bê to çend girane
Beharî ’umirim be bê to xezane û tînûy barane

Ta neroştî nem’ezanî xem debête hawrêy dilim
Şar ebête pirsexane bo koçî toy taqegulim
Ta neroştî nem’ezanî jyan bê to çend girane
Beharî ’umirim be bê to xezane û tînûy barane

Ta neroştî nem’ezanî malim bê to çen tenyaye
Wekû caran şiney şemal bonî balay xoy lê naye