Be gencî Qarunî nadeyn xaşakî kuçe û kolanî
Be dil hugrî em şareyn najîn be bê Silêmanî
Egerçî hêndey baldarê serbestîm tiya neçeştuwe
Hewrî baranî kam werze wek min eşkî bo riştuwe
Be gencî Qarunî nadeyn xaşakî kuçe û kolanî
Be dil hugrî em şareyn najîn be bê Silêmanî
Temî xemî satewextê hemîşe egrê damênim
Çiray şadîm tiya helnekird ta leber wişey ramênim
Ew nîgarey nîgay minî bew xakewe girê dawe
Telarî îşqêkî kone û êsta buwe be kelawe
Be gencî Qarunî nadeyn xaşakî kuçe û kolanî
Be dil hugrî em şareyn najîn be bê Silêmanî
Azîzanim wekû rojgar serapa gorawe şêwem
Be yadî îşqî carane peroşî dîdarî êwem
Her ew kesem ke emnasin bo dest enên be rûmewe
Dirêx yaranî bê wefa herwa lebîrtan çûmewe