Khalid Rashid

Dûrî

By: Khalid Rashid
Album: Xelwet
Dialect: Sorani
35
Kesekanim min bê êwe minalêkim be bê bawik
Hawrêkanim min bê êwe korpeyekim be bê dayk
Dûrim belam ezîzanim hawdemî roj û şewtanim
Be roh hemîşe latanim hawdemî roj û şewtanim
Dûrim belam ezîzanim hawdemî roj û şewtanim
Dûrim belam ezîzanim min hemîşe le latanim

Katê çawî geşî hetaw dinya nîgabaran eka
Katê xurey maçî baran kêlgey tînûman aw eda
Katê wîjdan hawarî heq be gwêy tawana hel eda
Bîrtan ekem ezîzanim hawdemî roj û şewtanim
Bîrtan ekem ezîzanim min hemîşe le latanim

Kesekanim le dûrîtan min hemû satêkim merge
desa parey min bo newroz çawe gyane, dile, cerge
Tasey dûrî û sozî êwe le naw xezêney dilmaye
Xemî gewrey ’eşqî êwe hemû satê le dilmaye
Xemî gewrey ’eşqî êwe hemû satê legelmaye

Eger êwe payîzê bin minîş gelayêkî zerdim
Eger êwe beharê bin minîş gulêkî bêgerdim
Êwe kenar min şepolim êwe xakin minîş xolim
Dûrim belam ezîzanim be roh hemîşe latanim
Dûrim belam ezîzanim hawdemî roj û şewtanim
Bîrtan ekem ezîzanim hawdemî roj û şewtanim