Ey wey wey
Delên le bane şede herzane
Şede qabîlî balaberzane
Erê çawkalê gyan megrî lêw’alê gyan megrî
Min denêrim bot bênin gware û şede û hewrî
Pêy bilên be yarim bêhûde degrî
Ey wey baxat le pênciwên gul le suleymanî
’aşiqî to bûm min çî bikem nabê neyzanî
Ey wey be fiday balat bim be didanewe
Delêy sedefe û be dûkanewe
Ey wey çawkalê gyan megrî lêw’alê gyan megrî
Min nardûme bot bênin gware û şedey hewrî
Nardûme bot bênin gul û gware û hewrî
Wey gilim beser ken be demî bêlê
Nizaketyan bird bo erdewêlê
Hey gilim weser ken be demî paçê
Daxî nizaket le dilim dernaçê
Ey wey bawanî babim toy herdû çawim
Le dûrî balat reş bû henawim
Ruhmî xêrit bêt bo to nemawim
Erê ew bendey delêm gwêm lê bidêre
’emir û çawî min rû meke lêre
Roh û henawim babim binêre
Ey wey çawreşê gyan megrî lêw’alê gyan megrî
Denêrim bot bênin gware û şede û hewrî
Derî babanim çende be mekirî