Smayil Agha Chawgali

Demkujî Bem Derdewe Yan Çareyî Derdim Dekey?

By: Smayil Agha Chawgali
Dialect: Sorani
632
Demkujî bem derdewe yan çareyî derdim dekey?
Ey xuda bo helweda û muhtacî namerdim dekey?

Her wekû caran leser textî miradim dadenêy?
Ya ne şûm û malxirap wek kundî ser berdim dekey?

Demkeye mecnûnî alem dil be dest dênim? We ya
aşqî ruxsarî leyla wêlî her herdim dekey?

Min be dilgermî lemewla deçme nêw gulzarî îşq
Ya ne, mehrûmim le gulşen, mat û dilserdim dekey?

Ey xuda caran be lutfit hîç xem û derdim nebû
Êste bê lutfî ke tûşî sed xem û derdim dekey

Zû le nêw xoşbextekan taqane bûm û bê niyaz
Êste lay pejmurdekanî dil bexem ferdim dekey