Hasan Darzi

Diley Zar Û Xemîn

By: Hasan Darzi
Dialect: Sorani
41
Ey diley zar û xemîn besye nale û germeşîn
Besye awatî mehal ’îşq û dildarî û ewîn

Bulbulî dil mirduwe gul le bayex kewtuwe
Gyanekem xêlî ewîn zîze barî kirduwe

Ey diley pir êş û jan ey melî bê aşyan
Zîn û mem efsane bûn besye hawar û fuxan

Ey dile pir derdekem kotre bê hêlanekem
Werzî şîn û dirk û dal besye awatî mihal