Xeber berin bo şay gulan
Be nepsênê bendî dilan
Ba nepsênê wey bendî dilan
Kulmî sûrî gelê cwane
Beh beh leber ew çawane
Beh beh leber ew lêwane
Xuda helkey bay şemalî
Wa bikey ew hewre ramalî
Derdekewê wirdexalî
Derdekewê wey wirdexalî
Xeber berin bo xizman
Awrêk berbuwete çawanim
Torawe yarî bawanim
Ne mecnûnim ne ferhadim
’ezabkêşî renc be badim
Ca xuda hasil key muradim
Swêndim xwarduwe be perçemî
Ta dem nenême nêw demî
Tuxwa em careş were dem xeme nêw demî
Gerekî xwarê serewxiware
Necîbey têdaye reş esmere
yarêm le xom bêxebere
yarî minî xom bêxeber
Çawit estêrey naw herdan
Be merqedî heybet sultan
Bo to mirdim kîje cîran
Bo to mirdim wey kîje cîran
Zulfî tom boye xoş dewê
Çunke leber nazî şewê
Min nezîrem boye awa xoş dewê
Kulmî sûrî gelê cwane
Kemendî dilî ’aşiqane
Hey perêşanî meke zulfî bebê şane
Gyan perêşanî meke zulfî *?
Çawit estêrey deryazî
Helyan dênî zor be nazî
Bo kuştinim awatxiwazî
Bo kuştinî salh kiçê awatxiwazî
Nayê nayê zîrey gwaranî
Nayê nayê zîrey pawanî
Dengî gware û pamûranî
Bîlengêne kiçê ba bitbînim
Bîlengêne ba bitbînim
Yaxuda çawciwan min mergit nebînim