[emro nîştîman leser cadey seholeke xoy kirdibû be firîşte û
Demamkî yekêk le pakîzekanî bestibû
Le pirêkda jinêkî reqeley reştaley naw enfal hat û
Be dû pence demamkî xiste xwarê û
Ewsa îtir le herdû çawî û
Herdû kunelûtî û demyewe
Topel topel, kirim û qalonçe û sîsirk û mile û hezarpêkan hatne derê!
Beyanît baş min nawim 'qelem'e
Le naw pencekanî 'ba'yekî genicdam
Xawenekem hemîşe hetawim pê enûsêtewe
Ew sil le hîç tarmayye û
Lastîkêkî xetkujanewey miqestekan nakatewe
Min hendê car ke ew pêm enûsêt dilim ekewête xurpexurp
Nayşîşarmewe etirsim!
Çunke ew yan demamkî şaxêkî gewre hel’edatewh
Yan çing enête çingî reşebayekî dir
Em xoy 'ba'yeke be ceste lawaz û
Xelkî kolanêkî late û
Ne hozî xencerî legeldaye û
Ne ’eşîretî peykul û
Ne hizbî qurquşim
Taq û tenya wek pelkegya waye
Yaxud wekû peresêlkey şî’ir yan kerwêşkêkî naw çîrok dêt û deçê
'ba'yeke hegbeyekî biçûkî hewrî dawe be şane sipîyekanya û
Xêrayetî û kewtote rê
'ba'yeke û yek malî nîye û
Herçî azare malêtî
Naw be nawê le naw sitûnî bêzarîy rojnameyekî azada
Da’enîşê yaxud hel’esête ser pê û
Le sitûnewe baz eda û eçête naw kwêrewerî û eşkencewe û
Ledwayîşda pirşing û baran enûsê lem sitûne barîke
Lew roşneda be dar û berd û baxçewe
Be payîz û be xunçewe
Be darsêwî helebcewe
Hemûman cêman botewe
Hemû carê ew sitûne biçkoleye cade çawerwanîy ekat hetaku dê
Hemû carê em qeleme girêy wişey naw dilî xoy
Bo kaxezê, bo gelayê, bo pepûleyek, ’aşiqê, ekatewe û
Pêyan elê: le rastîda min denûk û leser û le qelemdan û le dêrim dilnya nîm
Çunke lewaneye rojê le baweşî kawlaşêkî dûredestî bê edresda
Yan le sîley kolanêkî kwêremûşey em şareda
Yaxud leser kursîy xemî çayxaneyek
Yan le pyasey êwareyekî kerkûkda
Wextê şî’irim wekû 'soran' taq û tenya eçêtewe bo malewe...
Yan le naw xwardinî parûyekî ber ’erebaney destîda...
Yan ew wextey ke destî mindalekem girtuwe û eybem bo şarî yarî û
Bo swarîy kursî
Kursî be yekewe herdûkman rewaney qyamet û
Şarî mirdinî xwa biken dilnya nîm
Sernya nîm...
Rohnya nîm
Çunke axir serperandin!
Le pêçî em mêjuweda le temtumanî roje û em dewreda le gêjawêkî... melada
Le ziryanêkî fetwada
Serperandin le têkirdinî perdaxî aw sûktire
Le girêdanî qeytanî qondereyek asantire
Le biryarî sirînewey wişeyekîş xêratre
Axir serbirîn le naw em hîkayetî xedraneda
Le helpiçrînî serî botlêkî bade rehettire!
Em nîştîmane nîwerowan ke eybînî xoyman lê eka be 'gandî' û
Le şewîşda 'bokasa'ye û be beyanyan sofîyekey nûranye û
Êwaranîş cilî 'barq' û 'hecac'y leberdaye!
Be roj ew dirextî şî’re û be şew tewre
Be roj tîrêjî hetawe û be şewqekey şewezenge!]
Şewî rabirdû nenûstim
Ewende nanî şel û kwêrî em wilate yexey girtim
Şewî raburdû nenûstim
Ewende sikalay: gelay xedir lê kiraw
Pole çolekey birsî, pole şepolî tînû
Pole gulî çaw be firmêsk û
Rewe’espî mandû hawaryan lê kirdim
"ew wextey nîştîman gwê le daristane xedir lê kirawekan nagrê
Îtir dar û berd bîr le haşakirdin ekenewe
Ew wextey nîştîman çawî xoy le ast ew hemû laşey xedre enûqênê
Azarekan bîr le beharêkî sûr ekenewe
Ew wextey nîştîman çaw le dizekan epoşê
Dizekan bîr le dizînî xudî nîştîman xoy ekenewe!
Rojtan baş
Min nawim qeleme û le baxelêkî emîndam
Ême hezaran hezarîn û hemuwîşman nawman qeleme
Bo ewey le yektir cyaman keytewe ebê
Yeke yeke temaşay çawî wişekanman û
Dilî wişekanman û
Rengî wişekanman bikeyt û
Lemaneyş giringitir temaşay hengawekanman bikeyt
Hemûman nawman qeleme û belam heryeke û le baxelêkaye
Qelem heye le baxelî samanaye
Qelem heye baran pêy enûsê
Qelem heye wa le pencekanî guleberojeda
Qelem heye be destî tolewe
Qelem heye le xêlî xwêne yan le hozî şimşêr
Qelem heye serî pire le befir
Qelem heye dilî pire le pepûle
Qelem heye gyanî pire le dirkezî
Qelem heye û heye û hemuwîşyan nawyan qeleme!
Em nîştîmane qelemêkî heye çend nûkêkî rengaley pêweye...
Be reş enûsê azadî mê û be sûrî nêr eykujênêtewe
Be mor enûsê yeksanî û be şînî xêl eykujênêtewe
Be sewz enûsê dadperwerî û be qaweyî hîzb eykujênêtewe
Em nîştîmane eger zanî belênêkî dawe û belam belên boy buwe be lemper
Ewsa îtir roj û mang û sal egorê û bêbak... bêbak
Nawekey xoy çiz ekat û îmzakey xoy ekujênêtewe!
[qelemekem em beyanîye ber lewey çolekekan le xew hestin
Ew hestabû
Leser cade sipîyekanî kaxezekey berdemî şipirze û bê aram le hatûçoda bû
Demêk xaw eroyşit û demê xêra
Hendê car da’enîşt û hendê car ra’ewesta
Qeleme be gumanekem pêy witim: to nazanî min çi nûkêkî dirdong û raram heye
To nazanî min çend car ebê taqewşeyek emdîw û ewdîw pê bikem
Lemserî xeyalewe ta ewserî şî’ir bîhênim û bîbem ta birway pê bikem
Qeleme be gumanekem komelê pirsyarî leberdemda helrişitim
Başe to çûytete derewe naw ew hemû apûrey jan û zamane!?
Lêt pirsîwin: ey ewan elên çî û nalên çî!?
Çîyan ewê û çîyan nawê!?
Boye minîş her emro le malewe û le kolan û
Le gerek leser cadekan kewtime pirsyar kirdin û çawpêkewtin
Bo ewey be zûtrîn kat serencamî rapirsîyekan bigeyenmewe qeleme be gumanekem
Le dartuwe manduwekey hewşekey xomanewe destim pê kird
Çûme berdemî, boy nuştamewe belam min hêşta demim nekirdibuwe
Be dengêkî wişkewe hawarî kird: aw
Çûme lay qulîne pîrêjne bê henawekey heywan
Hêşta min nemutbû roj baş
Ew be dengêkî lerzok û kizewe witî: nan
Pişîle nexoşekeman xoy hat bo lam û
Lamlî tê helsûm û mîwandî: derman
Pencere pîremêrde dem û didan şikawekeman
Miqebakey ser dem û çawî labird û witî: şûşe bo ruxsarman
Lew dîwîşewe kolane sertapa qurawîyeke be dengêkî barîkewe
Le naw lîtawêkewe serî derhêna û witî: çewwilim
Tabloy ser nawçewanî qutabxanekey nizîkman
Tûre tûre kewte teq teq û qîrandî: mamosta bo wanekan
Polê çoleke be dem firînewe hawaryan ekird: hêlane... hêlane
Rewe cwanûyek be dem xarewe eyanhîlan: kar... kar
Komele memkemjeyek leber pencerey jûrekanî gerekewe ekrûzanewe û eyanut: şîr... şîr
Rewemamzêkîş le naw şî’rêkmewe hatne derê û
Be dem barjinkirdinewe rûyan kirde ew deşt û dere û
Eyanut: rûnakî
Le naw romanî hawrêyekîşmewe
Herçî dar û bar û gund û şar û şaroçke heye hestane ser pê û eyanut: bextewerî!
Wextê awrim dayewe apûreyek: le mêrûle ta piling ta kerwêşk û
Ta balindekan kewtibûne dawim û
Minîş eçûmewe bo lay qeleme be gumanekem!]
Em nîştîmane pîre ewetey heye didanî be yek gunahî xoyda nenawe
Qet neywituwe: yek cogey lêlim hebuwe yan awêneyekî dirozin
Yek gulî sîsim hebuwe yan bonêkî naxoş
Yek espî nexoşim ragirtuwe yan carê gilawim
Yaxud ew belênem kwêr bû
Ew mêjuwem şel û gêr bû
Na... na em nîştîmane pîre
Rojê le rojan ne xwar û xêç royştuwe û
Ne sersimêkî dawe û
Ne qiseyêkî pîs û poxlî kirduwe!
Na... na...
Ew berdewam xuda buwe!
[min nawim qeleme û nûkêkî serbestim heye
Sitûnekem kirduwe be boynbaxêk û
Hemû rojê milî nîştîmanî pê ecerênim
Kirdûme be awêne û eybeme berdemî bo ewey ger û gulîy ruxsarî bibînê
Eydem le çawî bo ewey be şewarey şehîdan bikewê]
Em nîştîmane bawkêkî êcgar gewce
Ger pantolê bo kurekey xoy bikrê
Ebê le rojnameda bînûsê û
Le 'tê vê'şida pantoleke nîşan bidrê!
Le ڕادیۆا basî bikirê û
Le dwayîşda bikirê be rîklam û kitêb!
Ger kirasê bo kiçekey xoyşî bikat
Ebê kirasî jinanî em dinyaye pêy bizanin û
Baxçey giştî be herdû dest helîbrê û
Leser em cadey seholeyş helbiwasrê!
Em bawke çenebazey min
Rojî deyan car pêm elê: çetrêkim bo şî’rekanit dirust kirduwe
Bo ewey le hawîna sêberyan bo bikat û le zistanîşa ter nebin
Cadeyekim bo çîrokekanit qîrtaw kirduwe
Bo ewey îtir qaçyan le çal û çolî helnenûtê
Nexoşxaneyekim bo wişekanit kirduwetewe bo ewey eger nexoş kewtin
Be pele çareser bikirên
Herweha çendîn mizgewtî tazeyşim bo dirustikirdûy ta le xwa dûr nekewîtewe
Gewretrînyan ew mizgewteye ke lûtî çote naw holî hunerewe û
Rojî pênc car beser mosîqa û goranî û şî’irda epjimê û
Lûtîşî be perdey şanoke esrê!
Ey bawke gewcekem!
To taqebawkî ke minet beser kur û beser kiçit û
Beser şeqam û beser dirext û
Beser girdî zînduwan û şehîdan û
Beser baxçe û beser bulbul û parkekanî xota bikeyt!
[le bîrte ew sale le cêgey destêkî qirtawit
Destêkî destikirdim bo hênayt
Baştirîş lew destey ke hetbû
Bîrit çû!?
Ew saley nexoşîye qurseket girtibû
Hemû roj çend carê be kewiçk dermanim ekirde demtewe û
Çend şewîş leser yek min êşkî lerz û tay tom girt û enûstim
Pêm nalêy çît hebû!?
Çend qilê le şî’rî sîseley gîrfan û
Baweşê kitêbî naqoln û qelem û lastîkê û lewane bewlawe çît hebû!?
Hetaku sawayş bûyt, heltekîm, datekîm
Ewende lew şîrî 'nîdo'yem bo kirît!?
Le bîrte bo ewey pêbkenît çî nuktey dinyaye bom kirdît!?
Le bîrte bo ewey derkewît kilaw û camane û mişkîyekey xom dagirt damêtî... bîbestît
To çî bûyt!? hîç nebûyt...
Kîloyek le goşt û êsqanî bêkelk bûyt
Min gewrem kirdît û... kirdimît be pyaw û jyayit û nemirdît!
Beyanît baş min nawim'keleşêr'e û xelkî 'melkend'yim
Çendîn sale pasewanim û beyanyan zûyş bo em gereke exwênim
Le mêjûy rajerbiwîşda teter bûm û
Çendîn namey nehênîm lêrewe geyandote eşkewtekan
Belam êsta dengim nûsawe
Tûtîyekî duktor pêy witim le gerûta girêyek dirust buwe
Çareserit le dereweye
Minîş çendîn sikalanamem geyande keleşêre gewrekan
Keçî seyr eweye dwênê duktore tûtîyeke pêy witim negbet! to wa dyare agat le hîç nîye
Ber le çend rojê le cêgey to mirîşkêkî sax û selîm û cwanyan nard bo henderan]
Em katew baş
Min nawim 'kirmî awrîşim'e
Xelkî 'kurekajaw'm
Xom û daykim û bawkim û xuşkekanim şew û roj xerîkîn awrîşim dirust bikeyn
Belam renc be xesarîn
Sîsarke keçeleyekî em nawe legel komelê qelebaçkey polîsa
Hemû mangêk egene serman û çîman dirust kirduwe eypêçnewe û
Eyxene jêr balyan û eyben
[mamzêkî sipî witî: ho nîştîman le êsteda to be qed bereyekî kon û diraw yan
Awêneyekî şikaw yan tenekeyekî newtî betal yan
Camêkî qupaw û qutîleyek xoşewîst nît
Ne carêk û ne dû û ne sê û ne bîst destî êmet kirduwe be zaxî dirokanta
Wişey 'cwanî' nazanê biçê bo kwê!?
Nawêrê biçête derê nebada le nawî berin
Wişey 'heq' bê ser û şwêne û demêke kes neybînîwe
Wişey 'aram' elê taqetim lê birawe
Renge lem wilateda îtir nawî xom bigorim be 'nakam' belam
Wişey 'xedir' hemû roj leber derkî seraye û
Pyase eka û pir be şarîş pê’ekenê
Kilo tebaşîrê witî: ho nîştîman bo ewey be rastî bibî be nîştîman
Ebê leser û milewe bo berewxiwar
Xot, xot helweşênîtewe
Ebê baranêkî tir le nawta da bikat û
'ba'yekî tirit tya helka û sûtanêkî dîkey cyawaz bitka be qeqnesî çya
Nûkî qelemêkîş eyut: ey nîştîmane nûstuwekem!
Min derzî’ajnî cestet ekem
Heta helsîte serpêyan û bibî be sêlaw û ziryan
Çî paşmawey em dîroke rizîweye be dar û perdûy dirowe hemûy legel xotda berî
Belam ta to ewe nekeyt
Ne dar ehêlê bisrewî û
Ne berd lêt egerê henase bideyt û
Ne mal cêget ekatewe û ne cadeyş be serya birwêt
Ey nîştîmanî bê gwêçke
Wa’ezanî em tûrebûne her tûrebûnî serî xome
Le pêşda tûrebûnekan le şêwey dilop dilopî biçûkda... çike çike... da’eden û dêne xwarê...
Her dilopey le bêzarîyekewe
Dilopêk le gerûy şî’rêkî zîndanîyewe
Yekêkî tir le çawî pirsyarêkî manduwewe
Ewî tir le jêy piçrawî gîtarêkewe
Ewî tiryan le binc û bêxî pirçêkî birawewe
Yekêkî tir le qîjey goy memkêkewe
Yekêkî tirîş be binmîçî xefetêkî gencewe tad tad tad...
Renge ew dilopaneyş yektirî nenasin
Belam le dwayîda hemû yek naw bo xoyan hel’ebjêrin û ebin be sêlaw!
Emey eynûsim şî’ir nîye...
Xolemêşe
Çîrok nîye...
Zuxawrêje
Şano nîye...
Dyalogî nêwan zamekane
Tablo nîye...
Cestey mindalî nexoşe le baweşî birsêtîda
Leser cadey seholeke rawestawim
Egerçî lêre westawim belam min hewrî meraq û
'ba'y pirsyarî em wilatem
Hemû rojê çendîn keret ebme hawarî xurbet û
Le sînetanda hel’ekem
Hemû şewê çendîn keret ebme baranî qesîde û
Beser xemtanda da’ekem
Hemû carê be xom û rengî şefeş û kilûy wişe û pepûlekanî rohewe
Yeke yeke ser le malekantan edem
Ebme mom û leser qeraxî pencerey razekantan xom hel’ekem
Egerçî lêre westawim belam min le lay êweyşim le her kwê bin
Minîş lewêm le rê û banda
Min qaçtan û min hengawî soraxtanim û
Le selam û xoşewîstîy û karkirdinda
Min pencekanî destanim û legeltanim û sêbertanim
Bo mindalan min pêkenînî nuqlêkim û
Bo kurekan min goranî qelemêkim
Bo kiçekan lence û larî gîtarêkim û bo pîrekanîş goçanim!
Egerçî lêre westawim belam çawim wa le çawî hemûtanda û
Dengim dengî kispetane û rengim rengî xulyatane û bonim bonî sikalatan!
Em cadeye cadey be badanî şî’re
Wekû be badanî xem û
Em sehole seholî henasey sardî ew newresanen êwaran mil hel’esûn
Le nakamî û le yektirî û ’eşqîş eken be sitranî sipî lêre!
Leser cadey seholeke rawestawim
Le sêgoşeyekî şûmda
Rawestawim ax... ax... ax... emro yadî negeranewey newresêkî wênekêşe
Yadî dwafrînî... dwa şeqjin û ballêkdanî... dwa temaşay rengekan lêreda bû
Dwahêl û dwafîger û dwahenasey filçekey têkel be bêdengî bûn
Min êsta emewê be nîştîmanî zeynkiwêr bilêm: le birî ewey to nawî ew hemû
Newres û pepûle û balinde koçkirduwaneman bîr bixeytewe çexar!
Ême bîrit exeynewe nawî ew azare le bîrkirawaney
Ew pirşinge le bîrkirawaney
Ew ’eşqe le bîrkirawaney rojanê bû to bewanewe cwan bûy bewanewe eşnaytewe...
Emewê rûberû pêy bilêm: ke to newrese sewzekey çawanî xot bîr nemabê
Wa baştire her be pêy xot biçîte naw ew deryaçey 'şermanewe'
Ke dem û çawit riştûnî ta exnikêy
Le serê ra
Le lay xwawe le derbendêkî nûrewe be şew
'ba'yekî zor xembar hêwaş hêwaş, kize kize... berew goristanî gewre da’egerê û
Yeke yeke 'lebîrkirawan'y ewê bang ekat û
Her hemûyan hel’esênê û
Legel xoyda berew damênî girdeke eyanhênê û
Le berayî naw temêkî gul gulîda legelyanda da’enîşê û be espayî eyandiwênê
Êwe le bîr deng çûnewe
Êwe le bîr reng çûnewe
Le bîr dîrokî mirov û le bîr wilat çûnewe
Belam le bîr xwa neçûnewe
Min maçî xwa û min baweşî dilnewayî tenyay hemû tenyakan û
Xerîbîy gişt xerîbanî em gerdûnem bo hênawin!
Bîrkirawan şî’ryan tya bû
Çawî wişeyan her ter bû
Awazyan tya bû
Hesretyan hêşta efrî!
Bîrkirawan, ewane bûn be dem be dest be henase bo ewanî dî dinyayan cwantir kird û
Belam xoyan be tenha her nêlenêlî dozexekey jyanyan dî!
Jyantan baş min nawim 'kêl'e
Kêlî gorî şimşalêkî le bîrkirawim
Nîwem şikawe û bistêkim be derewe mawe
Bawer nakem ne to ne gird û ne ew dar’erxewanane û
Ne hîç rêbwarê êmeyan her le bîr mabê
Ba bîrit bixemewe
Eger to xoyşit neyzanî etwanî le gumeze gewrekey êre bipirsî
'daykî cemal'* le kwêd nêjrawe!?
Ew roje nîştîman xoy be lamda royşit û
Lêm helnût û keçî neşîwit merheba!]
Dîmenêkî şanoyî: şwên: ser cadey seholeke
Kat: serlebeyanî
Dû dirextî ser şosteke be tenîşt yekewe
Lewlayşewe pyawêkî kete û çekdar
Dûrtirîş komelê genc rawestawin
Yekem dirext rû ekate dûhem dirext: to ew wênekêşet enasî!?
Dûhem dirext: ey çon! kem roj hebuwe eger aw û hewa xoş bûbê
Serle’êwaran, nehatbête lamewe û destêkîşî nexsitibête ser şanim!
Yekem dirext: ey ezanî emro çîye!?
Dûhem dirext: emro salyadî koçî sûrî ewe!
Yekem: le mamzêkî sipîy rohsûk eçû!
Dûhem: belam xoy sewz bû
Yekem: ezanî le berdemî minda kewt... ey to agat lê nebû!?
Dûhem: min çawim lê nebû
Lew kateda nîştîman diruşmêkî pya hel’ewasîm!
Yekem: ey wênekanît dîbû!?
Dûhem: hendêkyan. çend carêk leber çawî min tablokanî nîşanî hawrêkanî eda...
Eme berlewey le dwayîda le mozexanekey ewberewe pêşangayan bo bikatewe!
Yekem: carbecar wêney êmeyşî ekêşa
Dûhem: belam weku wênekêşe konekan na... na
Ew wêney rohmanî ekêşa nek rwaletman
Yekem: raste. rojêk nîştîman lay minewe rawestabû eyut: min lew wênane tênagem
Dûhem: înca ew le çî egat!
Yekem: wa xoyşî berew êre hat
Nîştîman le şêwey pyawe kete û çekdarekeda dête layanewe û ewestê
Nîştîman: ewe çîye wa sertan nawe be serî yekewe!?
Yekem: basî ew wênekêşe ekeyn ke le rûdawêkî şûmî utumbîla lêreda kewt be dema
Nîştîman: a... a... şitêkî wam le bîre!
Dûhem: etnasî?
Nîştîman: ey çon... ey çon... ê serdar sewz nalên!?
Yekem: 'pê’ekenê' de fermû! serdarî çî!?
Serwet... serwet
Nîştîman: a... a... na... bibûrin... be rastî ewene serim qale
Xerîkim nawî xoyşim bîr eçêtewe
Dûhem: ey wênekanît dîbûn!? be latewe çon bûn!?
Nîştîman: be rastî zor kem. belam min têyan ne’egeyştim
(be pêkenînewe) carêkyan wêney pyawêkî nîşandam
Sê çwar dem û çawî hebû...
Axir mirov çon sê dem û çawî heye!? ha... wa nîye!?
Dûhem: bo na!? ême rojane to ebînîn le sê çwar dem û çaw zyatrîşt heye!
Yekem: eme raste
Min ew roje le kirdinewey bazarêkî gewreda tom bînî çwar dem û çawit hebû
Dem û çawêkî kurdî û yekêkî turkî û yekêkî farsî û yekêkî ’erebî
Nîştîman: şitî wa nîye. ewe her çawî êwe wam ebînin!
Dûhem: ew roje her lêreda bû basî belênderêkî dewlemendî em şare kira...
To nawî xoy û baw û bapîrî û reçelekît her hemûyt ezanî, leberit bûn
Tenanet nawî daykî û nenkî nenkîşî... keçî...
(yekem boy tewaw ekat) keçî nawî şeqamêkî gewrey naw dinyay hunerî em şare nazanî!?
(nîştîman: eşlejê) serqalî... serqalî...
Bibûrin bibûrin... min ebê birom...
Çunke tozêkî tir pêwîste berdî binaxey "kompanyay azadî" dabnêm (erwat)
Duwem: tuxwa eme nîştîmane!? yan muqawîl!?
Yekem: baştir ba birwat!
Duwem: ay ke rojêkî xemgîne... rojêkî reng xolemêşîy...
Yekem: çi zyanêkî gewre bû!? bo em şeqame û bo êmew bo huner û bo cwanî û bo hemû dinyayş!
Dûhem: ey ême emro çî bikeyn!?
Yekem: serle’êwarew her lêreda salyadêkî gewrey bo egêrîn...
Ew gencaneyş her hemûyan legelmanin...
Dûhem: min be nyazim pexşanêkî be gelawerîwekanim bo binûsim!
Yekem: min şî’rêkim bo nûsîwe. dirêj nîye...
Eger bêzarit nekem her îsa hez’ekem bot bixiwênmewe!
Dûhem: be gwêçkey dilî hemû gela û pijupoyekim gwêt lê egirim
Yekem: şî’reke exwênêtewe. gencekanîş dêne layewew ewanîş gwê egirin
[le damênî wenewşeyî em xemeda... emro çil û liq û gelam her hemûyan yeke yeke û gopke... gopke xoyan be zerd dapoşîwe û çawyan pir le esrîn sewze! ey 'ba'y hesret xêra were û ... bigere lam bo semayekî dozexîn desim bigre û ta sûtanî berdem xuda bimrifêne û her lewêda be peremûçî ’eşqêkî taq û tenya kilpe ... kilpe le naw kotelêkî şînd wêney mamzê bikêşe ke le wilatî çeqoda zor kem jya! ey 'ba'y hesret sema, sema, sema, sema be dewrî ew mamzeda be dewrî ew ewîneda û legel mergêkî tenyada sema û sema ey 'ba'y hesret to mandûyş bî, mandû nabim leber ewey em semaye semay ebedîy ’eşqêke heta rengekan bimênin dwayî naye (kotayî şanoname)]