Karim Kaban

Xenebendan

By: Karim Kaban
Dialect: Sorani
12
Gyane le pirxey xewî xewma
Pê binê we ban herdû çawma

Nelêy birjangit tîje wek çiqil
Eçeqête pêy naskitir le gul
Min bew birjange boye xoşhalim
Xakî ber pêkey toy pê emalim
Gyane le pirxey xewî xewma
Pê binê we ban herdû çawma

Herçende tîj bê bo pêy to nerme
Bo têhelsûnî jêr pêt dilgerme
Sa tuxwa pêyek binê ser dîdem
Ew dîdey bê to hîçkes nedîdem
Gyane le pirxey xewî xewma
Pê binê we ban herdû çawma

Eger nexşêkî xeyrî toy tya bê
Tuxwa kwêrî ke ba nabîna bê
Ke pêt helbirî seyr ke çen cwane
Be xwênî dîdem xenebendane
Gyane le pirxey xewî xewma
Pê binê we ban herdû çawma
Honrawe: bêsaranî