Netnasîwim berhemdizî pît û ferber
Helt kirde reşebay wilatpirûkên û
Wat ezanî min darebîy dem rûbarî wişk û tînûm
Ke be şineş biskî şorî şane ekirê
Belam xo min darebî nîm
Min darbenî çyay sext û gerdinkeşim
Rahatûy weyşûmey sir û serma û sehol û gijebay tebî’etim
Le baregay egrîcey bûkî awatî sûrî mina
Tofanî hanay henasey sard û solit kiztir lewes
Destî bigate ber pêşî ke zengî mergî lê edrê
Netnasîwim dagîrkerî mal û halim
Wat ezanî jîlemoyekî sakarim
Awî hemû behrekanî em dunyayet
Beser cestey mina barand
Belam xo min jîlemo nîm
Min şorşî riq û qînî çînî çewsawey wilatim
Min hetawim
Minim binyadnerî awim
Çendîn sale berokî awatit girtûm
Le her karê twanîbêtit
Her belayê zanîbêtit
Bo têkşikanim bêwçan
Hîç dirîxît lê nekirdûm
Belam min her zeq û zîndûm
Berew hetawî serbestî
Roj le dway* roj geşedartir
Be tîntir çûm
Namnasî dagîrkerî kar
Min dengî rewa û berheqî kirêkar û zehmetkêşî kurdistanim
Wadezanî be leşker û be hêrşî moxulwarit*
Wilatim dagîr ekeyt û asûde û ser eneytewe û
Minîş wêney fermanberdarêkî bezîw
Le astî baregay samit kirnuş ebem
Wadezanî be wîrewîrî balindey asnînit
Asmanî hîwam tar ebê û
Melî tîjbalî serbestî û xoşewîstîm etarêt û
Le astî dirindayetît sucde ebem
Belam heyhat
Lêre heta minalekan
Le balindey asnînit sil naken û
Be lasayî wîrewîr û timbe û tirpet
Galte be toy dujmin eken
Netnasîwim
Nek her to
Bab û kalîşt saleha destewyexem bûn bimxinkênin
Agirî riq û qînî sûrim bisrewênin
Leser mal û halî xoma çalmergim ken
Bimrewênin
Belam heyhat
Lewetey ke lêwekanim fêrî wişey azadî bûn
Şax û dol û deşt û çyam hawar ekat:
Werin
Werin dagîrkeran
Min mîwandarêkî sûrî baweş awelay bêbakim
Be zebrî sersurhênerî dest û çekî parêzeranî şerefim
Bo tewawî dijî gelan goristanê firawanim
Werin! werin!
Min perdebazî beheştî dwarojî zehmetkêşanim