Nawid Zardi

Dyarîy Xuda

By: Nawid Zardi
Dialect: Sorani
40
To dyarîy xuday bo min
Xuda toy bexşîwe be min
To rûnakîy çawanmî
Hêzî ceste û jyanmî
Nêrdirawî bo dilbirdin
Dilimit pîroz heta mirdin
Ezanim toş minit dewê
Bîrit lame hemû şewê
Were bijîn legel yektir
Newek min lêre toş lewê

Zor şarezay minî êsta
Be başî le min tê degey
Herçî ke min dilxoş bika
Dêyt û ewe bo min dekey
Were dilî xotim berê
Were dil bê to nasrewê
Dey were ba belên bideyn
Jyanî nwê dirust bikeyn
Min le hemû dinya bes nawî to dilim eba
Her nawî toye tezûy şîrîn be gyanim deda
Ezanim toş minit dewê
Bîrit lame hemû şewê
Were bijîn legel yektir
Newek min lêre toş lewê