Eger pirsî nawnîşanim kîjekurdêkî pir sozim
Lêwanlêwim le azara belam hîway gel û hozim
Xezanî payîz rûm tê ka le baxî jîn gulî rozim
Çiley zistane her rojim bilêsey awrî newrozim
Lêre jinbûn gelêk sexte ebê gyan bey bo satê jîn
Le kwê fîrdews le jêr pême ke serbest nîm le ’eqil û dîn
Minim *? ke perwerdem be dengî saz û goranî
Kiçî kurdim cil û bergim şede û serwên û soranî
Minim daykî dyakokan min mestûrekey sanî
Hezaran sale min mêjûm peyamim mafî yeksanî