Umid Rasoul Pour

Potporî

By: Umid Rasoul Pour
Dialect: Sorani
40
Aman leylê caran ça bûy
Çend yarêkî bewefa bûy
Le emir û nîyey minda bûy
Qet nemrê yarî mîhreban
Balaberz û şîrînzeban
Qedbarîk û memk fîncan

Heta kiç bûy ’înwanit bû
Sedî wek min be xulamit bû
Mîslî şahan dîwanit bû
Qet nemrê yarî mîhreban
Balaberz û şîrînzeban
Qedbarîk û memk fîncan

Baran barane nim nim termî kird
Çaweket nesrîn le dîn dermî kird
Le dîn dermî kird yar
Emro le roroy dilekey naşadim
Dosî dûrulat kewtuwete yadim
Kewtuwete yadim yar
Balaket berze wek çinar lêw çem
Rengeket zerde wek rengekey xwem
Birwane pême ba xefet nexwem yar

Baran barane nim nim termî kird
Çaweket nesrîn le dîn dermî kird
Le dîn dermî kird yar
Tayê le zulifit hat be desmewe
Bendî dil depsê pêy debesmewe
Pêy debesmewe yar
Sê car bew mangey xermaney dawe
Hêşta meylî tom be kes nedawe
Be kes nedawe yar

Aman şîrîn xanim ey wey şîrîn xanim
Ca qisew legel nakem çunkê netlawanim
Kaşkî roj ezel nebway be yarim
Nebway be ba’îs diley xembarim

Her kesê êjê xerîbî xase
Ewe le cumley xwaneşnase
Ne malim dewê ne gencî dunya
Balay tom dewê şîrîn be taqî tenya
Aman şîrîn xanim ey wey şîrîn xanim
Ca qisew legel nakem çunkê netlawanim