Temen kotrêkî namoye û le hêlaney hîç beharê oqre nagrê
Bextîş dirextêkî ziraw berî rencim bo hîç bazarê nabrê
Asoyekim mat û melûl heta êsta xorim lê helnehatuwe
Deryayekim şepolekanim win buwe û tasem be dway çema çuwe
Be sersamî leser lutkey bilîndî gencî westawim
Şirîtî ’umrî rabirdûm wekû xew dête ber çawim
Şirîtî çî? serapa serguriştey na’umêdîme
Filîmî pir le nasorî hereshênanî lawîme
Fatmokê kwêstanman kêleşîne
Kêlgerdin bot wergêram lew dîne
Ey hawar behar birwat hawîne
Fatmokê xoşe gişt roj bitbînim
Ey hawar derçê gyanî şîrînim
Fatim gyan yaxwa mergit nebînim
Fatmokê şewêkî sardî zistan
Ey hawar dûr bûyn le korî dostan
Fatmokê gyan le min zîz bûn çawmestan
Bawanim bom nehat bende û bestan
Kêlgerdin bom nehat bende û bestan
Fatmokê xwa xezeb lew bawket bigrê
Fatmokê xwa xezeb lew babet bigrê
Ey hawar seryan le herdûkman şêwan
Ey hawar çon seryan we lêm şêwan
Fatmokê kêlgerdin ke to hatî behar hat
Ey hawar bonî gul û gulzar hat
Kêlgerdinê ke yarî çaw be xumar hat
Bawanim dermanî derdedar hat
Ey hawar dermanî derdedar hat