Qadir Dilan

Cwanî Bê Naw

By: Qadir Dilan
Dialect: Sorani
565
Qij kalî lêw alî pirşingî nîga kal
Ey kiçe ciwanekey ser gona nextê al
Ey kiçe mengekey be dengî çipe dû
Gendemûy dem û çaw meçek helnegirtû
Ey enam wirdîley nermoley êsik sûk
Ey bergî sakarit dilgîrtir le hî bûk
Kanyekî rûnî ber tirîfey mange şew
Le binya bilerzê mirwarî zîx û çew
Ciwantre le lay min le deryay bê sinûr
Şepolî bate ber tîşkî roj şilp û hûr
Qij kalî lêw alî pirşingî nîga kal
Ey kiçe ciwanekey ser gona nextê al