Chopi Fatah

De Bêro

By: Chopi Fatah
Dialect: Sorani
545
Hey lo lo lo lê lêye şayîye û yarmî lêye
Mehêln birwatewe dermanî dilmî pêye
Çawim birîwete to toş be asanî mero
Ba şayîyeke tewaw bê kuştimî çaw û biro
Hey lo lo lo lê lêye şayîye û yarmî lêye
Mehêln birwatewe dermanî dilmî pêye

Wa êware direnge yarim herwa bêdenge
Şayyê yarmî tya nebêt çol û sard û bêrenge
Hey lo lo lo lê lêye şayîye û yarmî lêye
Mehêln birwatewe dermanî dilmî pêye
Hera û hawar haware şayîye a lem heware
Hîçkes serçopî negrê yarim hatewe em care
Delêy begzadey cafe bala û bejnekey zirave
Serçopî le xwey cwane dest û dil, dilpak û safe

Hey gerekme gerekme her yar xomim gereke
Ba sed car qurbanî bê ser ta pay ey gereke
Pêt êjim bêwe rêwe bot bas kem we dem rêwe
Çîm we ser hat ’ezîzim çen zam û zexmim pêwe
De bêro de bêro bêro û îtir meçoro
Ger xiraw bîman bot îtir biro meyêro
Meyêro meyêro îtir biro û meyêro

Cîran û hemsa gêjin herçî êjin ba bêjin
Nazanin min şêtî tom xemî dilyan erêjin
Ba bêjin ba bêjin herçî êjin ba bêjin
Le xizim û êl û ’eşret we bîlla giştyan gêjin
De bêro de bêro bêro û îtir meçoro
Ger xiraw bîman bot îtir biro meyêro
Meyêro meyêro îtir biro û meyêro

Layek kere wem lawe dilekem bo to sûtyawe
Le xom şeydatir kwanê we ser ’erzî xudawe
Rawesyam we hesaro hesar we ban dîwaro
Şew û roj du’a dekem xwaya bikewme xwaro
Qeyna hîçim lê nayê ekewme baweş yaro
De bêro de bêro bêro û îtir meçoro
Ger xiraw bîman bot îtir biro meyêro
Meyêro meyêro îtir biro û meyêro