Dîl û esîrî min dû çawî kalim
Heqim be deste hey ta roj binalim
Erê ho leylî bawanim leylî
Ruhmî xêrit bê cwanê boç wa bêmeylî
Min bûm be mecnûn hawar toş bûy be leylî
Esîr û dîlî hey dû zulfî xawim
Bawerim pê bike dey min bo to nemawim
Erê ho leylî min be leylit bim
Wa pîrit kirdim ta key min be meylit bim
Dîl û balbeste û zincîrî tome
Şew û roj wey wey mirdim bo dû lîmome
Şew û roj fikirî hawar cûtêk lîmome
Erê ho leylî bawanim leylî
Ruhmî xêrit bê mirdim boç wa bê meylî
Çi xudaberdare wey xerqim key le xem
Meylim bideye dey yan zor û yan kem
Erê ho leylî bawanim leylî
Ruhmî xêrit bê wey cwanê boç wa bê meylî
Min bûm be mecnûn mirdim toş bûy be leylî
Esîr û dîlî min dû çawî cwanim
Îcazem bidey wey ewşo mîwanim
Erê ho leylî leylî ban yalê
Baweşênim key dey germe pelkey desmalê
Xetay min nîye çibkem dil bot denalê