Le malewem
Emewê emşew tenyayî pal pêwe nêm
Ta biçme derewe
Minîş bo xom azadane
Lew reqîbe mil barîk û çaw zor zeqe
Dûr kewmewe
Zor asane
Televîzyoneke ekemewew
Helperkê û dehul û zurna edozmewe
Emeş geranêkî kemî ewê û
Wextê ezanî her zurna û her dehole û
Hemû hatûne malewe û
Tenyayî gwêçkey ker ebê û
Mecbûre rakate derê
Herwaşim kird
Televîzyonim kirdewe
Kîjî bêjer
Dem û çaw xir
Wek goy zewî
Qijêkî wird
Her be qeder kurte hewal
Qisey xêra
Wek royştinî dêrekanî binî şaşe
Bilûzêkî pirteqalî
Ser pirteqal
Nemzanî bo destêkim bird bo pirteqalî ser mêz û
Bonêkim kird
Dengêkî xoş
Etut gwêçkem
Buwe be lût
Bonî wenewşey dengîm kird
Jinî bêjer geyştibuwe ser şeqamî
Dwa dêrî naw hewalekan,
Pirteqalî bêjer witî:
Em êwareye «zemîn lerzeyek»
Be piley şeş leser pêwanekey rêxter,
Day le beşî serûy «yaban»,
Tûre bûm û hawarim kird:
Zemîn lerzey çî jineke?
Zemîn lerzey çî pirteqal?
Bûmelerze... bûmelerze
Em zimaneyş hemû carê
Ber bûmelerze ekewê û
Be pêwaney... tofîq wehbî û
Be pêwaney hêmin ... hejar...
Şewêk nîye
Le dû sê lawe ... nerûxê.
Hawarim kird ...ey pirteqal,
Melê «yaban»...bilê «japon»... japon
Weku wilat
Em zimaneyş çî beser hat?!
Ledaxanda ... telefzyon ekujênmewe,
Dîsan tenyayî dêtewe û beramberim da’enîşê.