Bokan Hawrami

Derdî Dil

By: Bokan Hawrami
Dialect: Sorani
385
Derdî dil bo kê beyan kem dil ke nalawêtewe
Ew girûy girtûye çî bikem bê to jîr nabêtewe
Befrî befranbare bê bay we’de qet naçêtewe
Ey xuda kengê ezîzî ew diley min dêtewe

Wêneket dermanî ser cergî birîndarî mine
Wextî diltengî be bê to her ewe yarî mine
Dîtinî rûnakî bo dû çawî cobarî mine
Takû lêt dûrim ezîzm şîwenit karî mine
Çawekanim, çawekanim besye xurbet bêrewe
Çon bijîm axir ezîzim to lewê û min lêrewe

Bawerî naye be jînim dil be des cizyatewe
Xoşe roh derbê û becarê bîxeme jêr patewe
Çunke tenya her dilêke û sed bela deybatewe
Çerxî çepgerd lêm beqîne dest le min nakatewe
Çawekanim, çawekanim besye xurbet bêrewe
Çon bijîm axir ezîzim to lewê û min lêrewe