
Min delêm şarî dilim bax û gulistane deçim
eql elê naqesebe şorişî mestane neçî
Min delêm nuxteyî ew rewzenî îmane deçim
Ew delî na, reşe cê rawgeyî şeytane neçî
Min delêm cêgeyî her şêt û cinûnane deçim
Ew delê na zedeyî penceyî peryane neçî
Min delêm mesken û aramgeyî canane deçim
Ew delê serbeserî têk çuwe wêrane, neçî
Min delêm merkezî esrarî herîfane deçim
Ew delê cê temeyî çawî hesûdane neçî
Min delêm wextî xeter memen û qelxane deçim
Ew delê kun kune cêgey serî peykane neçî
Xakî kuçey yarekem iksîrî saxî û jînime
Ciwanî ruxsar û nigarî hêzî ejno û tînime
Boçî bem derdem ebey xo xot ezanî halekem
Bo qijî jakaw û lûlit dayime her şînime
Her wekû pûş û pelaş kewtûm le kûçey yarda
Gêjelûkeş namfirênê çûnke ke’bey dînime
Ger be bê to biçme bax û seyrî seru û şorebî
Tif le seru û şorebî bê to le herdû qînime
Xelk elên kifre meke bem terhe medhî yarî xot
Gwêgiranî xoşewîst min yarekem ayînime
Lem hemû çûn û neçûne serî sûrma Kamîl
Min delêm ciwane biçim ew delê wa ciwane neçî