Chopi Fatah

Xak

By: Chopi Fatah
Album: Nawit Denêm Jîno
Dialect: Sorani
275
Min darêkî taze helçûm, binarekem Kurdistane
Bêçûwe mewcî rûbarêkim serçawekem Kurdistane

Ew le çawî minda denwê û min le çawî ewda denûm
Îtir yaran dûr le yadî ew wilate min çon denûm
Ke ew çeşnî çilî birjang berî dîyem lê çol neka
Kotre şînkey xwênî dil bê û banûy rohim lê çol neka
Boye yaran ta bimênim, wekû bulbul boy exwênim
Nexmem bo xak, dilim bo xak, her be Kurdî deçrîkênim

Min darêkî taze helçûm, binarekem Kurdistane
Bêçuwe mewcî rûbarêkim serçawekem Kurdistane

Be pîrî xak miştê xakî be gişt gencî dinya nadem
Şine û kizey şemalêkî be gişt dûrgey dinya nadem
Leber dilma şekrî rûte, beheştî wa nabêtewe
Heta mehşer xakê tir wa, be jiyanda nayêtewe
Boye yaran ta bimênim, wekû bulbul boy exwênim
Nexmem bo xak, dilim bo xak, her be Kurdî deçrîkênim