Hemin Mukriyani

Sazî Nasaz

By: Hemin Mukriyani
Dialect: Sorani
529
Bulbulî balşikawî wextî gulim

Her şepolan deda dilî le kulim

Kurdî bendîy beyanî newrozim

Girî girtuwe derûnî pir sozim

Muxî bê agirî şewî yeldam

Çawerêy çarenûsî napeydam

Kewî bêdengî newbeharanim

Gulî bêrengî çaw le baranim

Kuncî cêjwanî çol û xamoşim

Sêberî nazenînî reşpoşim

Destî berbûy kiçî gerî şayîm

Hestî xinkawî lawî sewdayîm

Jîlemoy agirî beyananim

Bawkî firmêskim û kurî janim

Bale sûtawekanî perwanem

Şûşe badey betalî meyxanem

Çile rêhanî dûre dêrawim

Sazî nasazî helpesêrawim

Tike awnigî ser gelay zerdim

Xeste û derdedarî çî derdim

Axirîn tîşkî xorî payîzim

Şaîrî pîrî ture û zîzim

Çon detwanim be to bilêm min çîm

Xom gumanim heye ke hem ya nîm