Najmadin Ghulami

Agresûre(Jîlemo)

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
444
Min pişkoyêk lew agirem ke asinîş etawênê
Min dilopêk lew baranem ke deryayek bedî dênê
Min şemalim ew şemaley pir le şiney besoz û taw
Demew behar befrî dagîrkerî wilat ekem be aw
Min jîlemom ew jîlemoy dway hezaran awlêpijan
Dîsanewe gir dehawêm eylêmewe goranî jiyan

Katê saway bawik kujraw firmêsk erjênê be tase
Min besoztir lew esrînem beqîntirim lew henase
Min bawerim bûmelerzem dilî zewî delerzênim
Kêw û telan le bin dênim hemû cîhan dehejênim
Min rûnakî asoy jînim wek taw heldêm bo jêrdestan
Min şorişim agresûrem agire sûrekey Kurdistan