To her biro her biro
Hetakû egeyte estemul
Le kenar bosforda jinêkî sêhrawî
Le şêwey şehrezada ebînî
Kemendê hel’eda û xot lade û netgirê û
Netxate naw dawî leşyewe û
Derbaz bew û her biro
Her biro
Hetakû egeyte esîna û le çeqî
Senterda efrodît ebînî û eyewê
Bitbate malewe behêz be û la mede
Her biro heta egeyte parîs û
Lew şare şoxeyşda to elîza ebînî û
Eyewê be şî’rî aragon mestit ka û
La bidey
La mede, her biro
Her biro
Heta egeyte şacwanî şarêkî
Gwê zerya polê kiçî nîwe rût
Dêne ser rêgaket baweşt pya eken
Hez eken bo şewê bitxene naw sing û berokyanewe behêz be û la mede û her biro û
Her biro
Eçîte zeryawe
To ebî be masî û her biro
Hefteyek, dû hefte, zyatrîş
Ne le lay mirwarî û ne le lay mercan û
Ne le lay estêre û ne le lay behrîş la mede
Heta egeyte wişkanîyekanî yu.s.ey
Her biro her biro û heta fêrfakis
Eçîte berdemî xanûyekî dû nihom
Lêreda la bide û serkewe
Xot ekey be malêkda
Ne le jûr ne le hol la mede
Emcare la bide û eçîte mubeqê
Xoyetî jinêkî lawazî ser lerzok wekû payîz
Pêst çirç û çawkiz û feqyane helkiraw ebînî
Şefîqe se’îde, xoyetî û
Maçî ke û maçî ke û
Emcare danîşe û her mero
Em denge le koçkirdû şêrko bêkes naçêt, tikaye eger dezanin dengî kêye le rêgey beşî "raportî hele" bomanî binûsin
Sipas