Bew xudayey bêmekane xerîbim lêrekane
Awrî le min berdawe amînêm zêde cwane
Ew dilem behrî xemane
Awrî le min berdawe sertopî kurdistane
Wey delêm bimdeye maçê be dizî û be mehremane
Ayşîlê û naske cwanê meylî caranit kwanê
Girtim dû maçim lê send le rastey xyabanê
Pêm gut destim desto bike pîr bûy ew mekirey danê
Xozge lew dinyayeda hasil baye miradim
Çend cefam le dût kêşa ’aqîbet renc bebadim
Le dinya xoşîm nedî û lêm yeqîne û azadim
Çî bikem yarî sengeser el’an kewtote yadim
Meger şêxanî şemzîn carcar bên be firyadim
Ayşîlê û naske cwanê meylî caranit kwanê
Girtim dû maçim lê send le rastey xyabanê
Pêm gut destim desto bike pîr bûy ew mekirey danê
Çend şarî ’ezîm geram ’êraq û rom û elman
Nemdî cwanêk wekû to çawbaz û ebro kewan
Be qurbanî balat bê çwar parçe mulkî seydan
Qiladzê û sindolan sengeser û bingirdan
Ew dilem bot şêt û şeydaye bot mirdim kiçê amîn gyan
Ayşîlê û naske cwanê meylî caranit kwanê
Girtim dû maçim lê send le rastey xyabanê
Pêm gut destim desto bike pîr bûy ew mekirey danê
Aman aman aman aman of xerîbim
Xizmîne memken lome amînêm zêde cwane
Sertopî sertopî kurdistane
Ew dilem boy sergerdane sefer bê le ’êrane
Awrî le min berdawe be milwênê herzane
Awrî le min berdawe teskelim zêde cwane
Hey delêm bimdeyê maçê be dizî û be mehremane
Bot mirdim ayşê cwanê meylî caranit kwanê
Girtim dû maçim lê send le rastey xyabanê
Pêm gut destim desto ke û pîr bûy ew mekirey danê