Hassan Zirak

Zawa Le Bûkê Mede

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Taran
Dialect: Sorani
347
Erê nerm û nol û gird û mird destim le bo memkî bird
Tûşî bûm le nêw şarî daway dû maçim lê kird
Rebî malim wêran bê min kifrî wam boçî kird
Şewê takû beyanî ew baskem bo bika be pird

Zawa le bûkê mede to xuda le bûkê mede
Zawa le bûkê mede babim le bûkê mede
Eger le bûkê bidey têk deçê desre û şede
Eger le bûkê bidey deşêwê desre û şede

Yala ya sultan hawar derwanête Burhanî
Hey dilî lêwal nerm key hestê bê bo rêy kanî
Ruhmî xuday le dilda bê min maç kem kulmey ciwanî
Agadarî nazê be kak Ehmed le Silêmanî

Zawa le bûkê mede toxuda le bûkê mede
Eger le bûkê bidey deşêwê desre û şede
Leber derkey radegrim cîmis û cîp û pabêde
Şewger û dawet xoşe merd be le minî têk mede

Yala ya sultan hawar derwanête Myandwawê
Dilî lêwal nerm key hestê bo leber awê
Dilî lêwal nerm key hestê bê le bo awê
Awrî le min berdawe naskole û belek çawê
De were awêzanit bim pêne û bêney pê nawê

Zawa le bûkê mede toxuda le bûkê mede
Eger le bûkê bidey deşêwê desre û şede
Leber derkey radegrim cîmis û cîp û pabêde
Na deybem û min derom yekser deçme Nexede
Yala ya sultan hawar derwanête Bokanê
Awrî le min berdawe kuştimî naske ciwanê
Pêm gut awêzanit bim erê pîr bûy ew mekrey danê
Ba kewşeket pîs nebê pêt leser çawim danê

Zawa le bûkê mede toxuda le bûkê mede
Eger le bûkê bidey têk deçê desre û şede
Min leber derkey radegrim erê cîmis û cîp û pabêde
Şewger û dawet xoşe merd be le minî têk mede

Yala ya sultan hawar derwanête Seqzî
Awrî le min berdawe dem û lêwî qirmizî
Naskol tobî û xuda pêm bilê emro le bo çî kizî
De were awêzanit bim her delêy karmamizî

Zawa le bûkê mede toxuda le bûkê mede
Eger le bûkê bidey deşêwê desre û şede
Leber derkey radegrim cîmis û cîp û pabêde
Naskol debem û derom yekser deçme Nexede
Şewger û dawet xoşe merd be le minî têk mede