Hassan Zirak

Zawa Le Bûkê Mede 3

By: Hassan Zirak
Dialect: Sorani
315
Erê debro le min heram bî her wek şerab le şêxan
Hîç qewlî rastit nîye xeyrî diro û tefredan
Erê eger qewlim dedeyey berastî were kewan
Dena bew ne’lete bî ke xuda kirdî le şeytan
Ruhmî xudat le dilda nîye kafrî bê dîn û îman

Zawa le bûkê mede toxuda le bûkê mede
Leber derkeyan ragirtuwe cîmis û cîp û pabêde
Esmer debem û derom deçme Şino û nexede
Şewger û dawet xoşe merd be le minî têk mede

Erê nerm û nol û gird û mird destim le bo memkî bird
Tûşî bûm le rêy kanî daway dû maçim lê kird
Rebî malim wêran bê min ew kifrem boçî kird
Şewê takû beyanî, dey beyanî, ta beyanî ew baskem bo bika be pird
Şewê takû beyanî erê ew baskem bo bika be pird

Zawa le bûkê mede delên le bûkit dawe
Dwênê dîm leser kanî, dîm ser û şedey şêwawe
Leber derkê be wela cîmis û cîp rawestawe
Esmer debem û derom yekser deçme Şeqlawe

Ciwanî beynela ciwanî delêy mayînî kehlanî
De were awêzanit bim şewê takû beyanî
Derdedarî balatim erê boç be derdim nazanî

Agadarî balay bê kak Ehmed le Silêmanî
Baskim we jûr serî de
Baskim we jûr serî de xoşewîstî mîwanî
Leber ew goze demrim erê nasik deyba bo kanî

Zawa le bûkê mede toxuda le bûkê mede
Eger le bûkê bidey deşêwê desre û şede
Leber derkê radegrim cîmis û cîp û pabêde
Esmer debem û derom yekser deçme Nexede
Şewger û dawet xoşe merd be le minî têk mede

Leber ew jine reştale qedî delêy şimşale
Min ser keme ser ranit pêm dade bew desmale
Ger gule pirsî kêye!? Bimşêle bilê bêhale
Ger bû yekcar çeqey kird bimşêle bilê mindale

Irûsim cûm Ermenîm dînim bo to betale
Se’at le heştî şewê maç kem ew xet û xale
De were, de were ba cût bîn sîngit kargê le nwale

Zawa le bûkê mede delên le bûkit dawe
Dwênê dîm leser kanî ser û şedey şêwawe
Leber derkê be wela, be bîla, be dînim, be jînim cîmis û cîp rawestawe
Esmer debem û derom yekser deçme Şeqlawe
De bitirse mal wêran Zîrek riqî hestawe