Muhammad Mamle

Zawa Le Bûkê Mede

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
352
Erê emr û çawekem yare zêrî hejde eyare
Ca gelî dost û biraderan tegbîr biken lem kare
Babî zîndanî kirduwe dewrî sîmî xardare
Nawêrim biçme jwanî post û qerewl dîyare

Erê zawa le bûkê mede bo lêy dedey le bûkê
Ca le male xot berdedey giryan û nûke nûkê
Babî lêt aciz debê daykî lêt deka tûkê

Erê deblawê???* nimkey baran mal geyişte barzînî
Bûkî pêy de rikêfê na kewte ser xaney Zînî
Le xuday dekem telebê xêr û xoşê nebînî

Erê zawa le bûkê mede ca delêy dinyat nedîwe
Bo de male xot dexey ew zirîwe û qirîwe
Cûtêg şemamey xet xet goy memkî dadirîwe

Erê cûtêg gwarey bo dekrim xalis telay destewşan
Çepkêkî gul leberda têkelin le wenewşan
Zulfî pexiş û pexşane çîn çîn kewtûne serşan

Erê zawa le bûkê mede samit we ser nakewê
Cûtêg şemamey xet xet zor direng we des dekewê
Sergoy memkoley lûse le kirasê derdekewê

Cûtêg şemamey xal xal ca leber wê delengawe
Be yarim gut bo maçêk şîrîne awrêkî dawe
Ciwabî dawe deyfermû be kes we’dey nedawe

Erê zawa le bûkê mede bûkê danebezîwe
Bo le male xot dexey ew zirîwe û qirîwe
Cûtêg şemamey xet xet goy memkî dadirîwe
Têbînî: ew şwênaney ke be hêmay estêre û pirsyar (*???) dyarî kirawe bew watayen ke wişekan be tewawî boman dernekewtûn û sipasî êwey berêz dekeyn ke pêdaçûnewetan leseryan hebêt û bomanî serrast biken.