Zawa le bûkê mede ca delên le bûkêy dawe
Dwênê dîm le rêy kanî dîm ser û şedey şêwawe
Esmer debem û derom deçme şino û seydawe
Eger qewlim dedeyey ca berastî were kewan
Dena bew lehnete bî ke xuda kirdî le şeytan
Rehmî xudat le dilda nîye kafrey bê dîn û îman
Zawa le bûkê mede ca delên le bûkêy dawe
Dwênê dîm le rêy kanî dîm ser û şedey şêwawe
Esmer debem û derom deçme şino û şeqlawe
Ca leber derkêyan dare hencîre yan henare
Xem leşkirî kêşawe bo ser emnî bêçare
Ya xuda lêy mimbarek bê elqe û derzîle û gware
Zawa le bûkê mede wey delên le bûkêy dawe
Dwênê dîm le rêy kanî dîm ser û şedey şêwawe
Esmer debem û derom deçme şino û seydawe
Ca leber ew jine reştale qedî delêy şimşale
Min ser keme ser ranit ramjêne bilê mindale
Pirsî qazî û melam kird maçî bo min helale
Zawa le bûkê mede wey delên le bûkêy dawe
Dwênê dîm le rêy kanî dîm ser û şedey şêwawe
Esmer debem û derom deçme şino û şeqlawe
Qezat le malim kewê zyade le male babim
Sîngit baxî şinoye sê rojanî têda bim
Be maçî kulmet nebê be ’areqî xoş nabim
Zawa le bûkê mede ca delên le bûkêy dawe
Dwênê dîm le rêy kanî dîm ser û şedey şêwawe
Esmer debem û derom deçme şino û seydawe
Boçî me’nay nazanî zîzî dême silawî
Deylêm be deng nûsawî mange heldê le sawî
Ser û malim defroşim bo zêrî taskilawî
Esîrim pabendî wîm wexte bimirim le tawî
Zawa le bûkê mede ca delên le bûkêy dawe
Dwênê dîm le rêy kanî dîm ser û şedey şêwawe
Esmer debem û derom deçme şino û seydawe
Erê çen çawerwanî leylêm henayîm boçî nehat
Ya rebî xodaye xêr key ew rencem nedey be bad
Be maçêkî herzane qeraxan û ’elî abad
Şerte ew gule mîwane û nayelim sê roj birwat
Ya xuda lêy mimbarek bê naylon û parçe û cwanşad -