
Çenê nabîna be temay çawe
Çenê birîndar tamezroy awe
Çilon goy zewî be hewa bene
Bûnî bûnewer bûnî jemene
Bo jyan çenê girînge hetaw
Mirovîş najî be bê nan û aw
Wek çilon masî le awda dejî
Eger aw nebê natwanê bijî
Minîş be bê to jînim lê wine
Çunke dûrim lêt şarekem sine
Aşq çend dilî be gufit û goye
Cergî be kule û pir le bosoye
Heng çenê hezî le şîley gule
Boy gulîş çenê teskînî dile
Çon naley daykî role le des daw
Agir ber eda le cerg û henaw
Minîş be bê to cergim kun kune
Çunke dûrim lêt şarekem sine