Mehdi Hujjat Sadat

Sine

By: Mehdi Hujjat Sadat
Dialect: Sorani
246
Sine şarekem şarî şîrînim
Bêşkey le daykbûn helorik jînim
Şare ciwanekem Siney qareman
Siney Mestûre Siney Heloxan
Mawa û melbendî Merdoxî zana
Cêgay şanazî Bedîyî dana

Sine şarekem şarî şîrînim
Min çawim bo çes toy pê newînim

Sine şarekey îşq û ewînim
Sine menzilgay jiyan û jînim

Malî wêranim bo lawekanit
Destî şikawim bo rolekanit