Firmesk Hafiz Mam Ararat

Behar

By: Firmesk Hafiz and Mam Ararat
Dialect: Sorani and Kurmanji
303
Ewe behar hat, gul ser derdênin
Xemî zemanem le dil derdênin
Heste ba biroyn, dinya zor xoşe
Le badey beharî tozê binoşe
Heste damenîşe, jîyan ta ser namênê
Xoşîy min û to rûnakî dênê
Xem û pejare le dil erfênê

Ewe bihar hat, ji bo min û te
Binevş û beybîn, taca serê me
Hêvî û şahî sitrana min û te
Baxî beheştî bûye varê me
Heste damenîşe, jîyan ta ser namênê
Ke desman le des, lêw be pêkenîn
Hetakû mawîn, le behar dejîn