Basit Hamagharib

Naley Cudayî

By: Basit Hamagharib
Dialect: Sorani
1035
Saqîya! wa badewe, wa badewe
Rû le lay min ke be camî badewe
Muşterî wek min le meyxanê kemin
Zorbeyan şadû bekeyfû bê xemin
Mey herame bo sehendew bê xeman
Mestî bê xem bo çî bigirin êxeman?
Em şerabe tale dermanî xeme
Lêy heram bê ew kesey derdî keme
Em şerabe ale bo bê derd nîye
Lêy heram bê ew kesey reng zerd nîye
Bo kesêke mey: çizîlkî pêwe nê
Bo çî milhur lêre bînî pêwe nê!?
Bo kesêke mey: ke derdî karîye
Bê xemêk bîxwatewe, zordarîye
Bo kesêke mey: dilî pir bê le dax
Boçî lêy bixiwatewe berze demax!?
Ew kesey bê kes nîyew xane xerab
Dek bejarî marî bê badew şerab
Ew kesey neyçêştuwe derdî jyan
Ew kesey neydîwe êşû birkû jan
Ew kesey nekira nîşaney tîrî xem
Şanî danexza lebin barî sitem
Ew kesey hestî be zordarî nekird
Tîxî zordarî birîndarî nekird
Ew kesey destî le ewkê berdira
Ew kesey dujmin le malî derkira
Ew kesey neybînî hatî dujminî
Nîrî yexsîrîy le esto darnî
Ew kesey hênde nebû zwîrû zigar
Wa nekewte ber çepokî rojgar
Ew kesey neyharî berdaşî zeman
Ewkesey zîrey negeyye asman
Ew kesey dûrîy ’ezîzanî nedî
Tîrû taney bê temîzanî nedî
Tozî bedbextî leser şanî nenîşt
Lêy negîra dewrupiştû çwar tenîşt
Ew kesey xwardîw le bin sêber kewt
Şew lebo keyfê le malê derkewt
Bo debê bêtû bika meyxane teng!?
Şwênî dîke zore bo galtew cefeng

Ew kesey rawî nenên lêrew lewê
Ew kurey maçî kiçanî des kewê
Ew kurey hêşta le jwanê rêy heye
Seyre, zor seyre ke alûdey meye
Ew kurey doy dawetî destî denê
Bête êre, çone hey dêy nakenê!?
Ew kesey destî le memkan gîr bibê
Ew kesey tiflî dilî bo jîr bibê
Ew kurey kîjêk berew rûy pêkenê
Ew kesey her sûke awrêkî denê
Ew kesey pencole bikuşê carubar
Ew kesey destî bigate gerdinî yar
Ew kesey ramûsê kulmî tasulûs
Ew kesey têy helnedabê çarenûs
Ew kesey bimjê xunawey gerdenê
Kufre yek qetre şerabî ger denê

Ew kesey asûdewû xoş raybiward
Qet xemî yexsîrû koylanî nexward
Yek le malê çawerêy bû bêtewe
Derkî nêwmalêkî lê bikirêtewe
Xemrewênêk gwê bidate razî ew
Nazenînêk bê bikêşê nazî ew
Bigrê pencey nermû nolî naskê
Boy kirabête serînê, baskê
Heybê hêzû gurdû tînû tawû gur
Rojgarî reş nebê, bextî mikur
Ew kese cêgay le meyxane nîye.
Ew kese badew şerabî bo çîye!?

Saqîya, wa wergerê, wa wergerê
Rû le lay min ke, meço bo serperê
Lengerê bigre, mebe wa berzefir
Bêne bo min, bêne bo min, camî pir
Mey helale bo minî wêranemal
Bo minî sergeştewû rûtû recal
Bo minî babirdeley girdenşîn
Bo minî dil pir le nasorû birîn
Bo minî awarewû dûre weten
Bulbulî bê beş le gulzarû çemen
Per werîwî, bal şikawî, deng biraw
Bê bijîwî, beş xurawî, derkiraw
Pîrî zurhanî, keniftî, derbeder
Dîde sûrî, dil mekoy derdû keser
Datepîwî, bê pesîwî bê qerar
Bê kesî, deste şikawî, kolewar
Lêw bebarî, derdedarî, rencero
Şa’îrî cwanî peristî dil beso

Saqîya! bo kwê deçî, bo kwê deçî?
Toş le ber ew milhurane milkeçî?
Toş be rengû boy ewan xwardit firîw?
Çawî toşî helfirîwand zêrû zîw?
Toş degoryewe degel gewher huner?
Kengê gewher cwanî kirdin bextewer
Zêr belaye, bê wefaye dewlemend
Her huner nemre, hunerwer merdû rend
Çilkî deste malî dinya wek delên
Malperist peyman şikênew bê belên
Qedrî cwanî kwa dezanê malperist
Cwanperiste pîrî xawen zewqû hest
Na meço, cwanê meço, wawe meço?
To firîwî zêrû zîwî wan mexo
Ew hewesbazane cêy mitmane nîn
Her dezanin gul çinînû bey rinîn

Gwêm deye ey dîde mestî qîtû qoz
Ta binalênim wekû bilwêr besoz
Nabê qet naley cudayî bê eser
Ca çi ney bîka çi pyawî derbeder
Boye nalem têkelî ney kirduwe
Şîwenêkim pêye ney neykirduwe
Lêm gerê ba derbirim sozî derûn
Lêm gerê ta helwerênim eşkî rûn
Şîwenî min şîwenî însanîye
Bangî azadîw girûy yeksanîye
Şîwenî min şînî kurdî bê beşe
Ew geley haşa deken lêyû heşe
Ba le zarim bêteder pişkoy şê’ir
Ba firawantir bikem asoy şê’ir
Parçe goştêke dilî min, rû nîye
Nalenalî min direnge, zû nîye
Derdî dûrî... derdî dûrî kuştimî
Derdî wişyarîw sebûrî kuştimî
Yadî yaranû wilatim rojû şew
Lêy heram kirdim qerarû xurdû xew
Xemrewênêk lêre min nakem bedî
Çon pena bo mey nebem, saqî! edî!?
Naybînim xakû wilatû şarî xom
Naybînim nasyawû dostû yarî xom
Rû leher laye dekem namoye bom
Nabînim cêjwanû kewne lanî xom
Rû leher layê dekem bêganeye
Jîn le nêw bêganeda tenganeye
Şew dekêşim şewnxûnîw bê xewî
Roj deçêjim derdû daxî bê ewî

Çon nenalê ew diley pir hestî min?
Çon le ejno bibnewe dû destî min?
Çon nenalê ew dile engawteye?
Berd le berdî bêtewe dengî heye
Janî nasorî cudayîm çêştuwe
Herçî xoşim wîstuwe cêm hêştuwe
Helbirawim min le yarî nazenîn
Derkirawim min le xakî dilinşîn
Bûme awarew perîwey dûr wilat
Kewtime nêw wirdedawî rêy necat
Bekire şofare ewî mûxey çinîm
Zîy memû zînan wilatî lê tenîm
Kewtime nêw çalî dîlî wek memê
Yaye zîn le kwêye hawarî kemê
Kwa qere tajdîn, çekow ’irfo le kwên!?
Bêne hanam wek pilîngî çeng bexwên
Lase şorêk bûm xenîmî dujminan
Êste engiwawim betîrî çilkinan
Wam betenyayî lenêw xwêna şelal
Kwanê ’êlû kwanê xanzadû xezal!?
Zor lemêje nare narî minî nebîst
Herwekû şemzîn, şemîley xoş ewîst
Wek syamendê le çolû bendenê
Cergî let kirdim pelî darebenê
Şetlî cwanawim minî sarde birîn
Kwa xecim ta bom bigêrê germe şîn!?
Mangî kanûnê beçliwan derkiram
Wek biraym lew wilate rawniram
Kwa perîxan bendû bawim bo bilê!?
Bo nesûtêm nebme polûy ser kilê!?
Ew le zozan, min le aranê dejîm
Kê delê emnîş welî dêwane nîm!?

Kurdewarî, ey wilate cwanekem
Rolekem! xêzanekem! bawanekem!
Ey ewaney qet lebîrim naçnewe
Êste bimbînin erê emnasnewe?
Rojgar harîwmî wek esponî wird
Hêzû twanay lê birîwim derde kurd
Bûme gepçarû deka galtan bemin
Ew rimûzney zendeqî çûbû le min
Ey refîqan, ey ’ezîzanî wilat!
Ey biray hawsengerî cergey xebat!
Ger denalênim, emin pekkewte nîm
Tê dekoşim bo wesil takû dejîm
Koşşî min zor becêyew zor rewa
Çunke qanûnî tebî’et waye, wa
Rêge debirim, kwanê hengawim şile
Raste bê hêzim, dekem emma mile
Her depêwim kêwû şaxû çolû deşt
Dêm berew kwêstan berew baxî beheşt
Dêm berew zîxû çewû kanyawî xom
Çon lewane werdegêrim çawî xom
Dêm berew ew darû berdû bendene
Dêm berew ew baxû mêrgû çîmene
Dêm berew zûrkû telanû kendû lend
Dêm berew bijwênû zenwêrû zemend
Dêm berew panawkû hewrazû nişêw
Dêm berew eşkewtû zendolû pesêw
Dêm berew şîxalû rêçkew reşbelek
Dêm berew lêrû çirû bestênû çom
Dêm berew heldêrû gêjû bendû gom

Dêm berew hobew hewarî basefa
Dêm berew ladê, berew kangey wefa
Dêm bibînim nîştimanû zêdekem
Dêm bibînim xizmû kakû dêdekem
Dêmû degirim bazî bêrî şoxû şeng
Dîmû degirim destî doy cwanû çeleng
Dêm girawîy xom le baweş wergirim
Dêm nehêlim berhelistû bergirim
Dêmû heldemjim şiney kwêstanî kurd
Dêmû deçme şewrnî bêstanî kurd
Dêmû deşkênim lewê camî şerab
Maçî şîrîn nayelê tamî şerab
Dêmû natirsim le perjînî be zî
Her perî serkewtû dêwezme bezî
Ta bimênê nûrî çawû hêzî pêm
Dêmû dêmû dêmû dêmû dêmû dêm
Dêm heta hembê biristû bîrû hoş
Ger gilaşim, kurdewarîw êwe xoş