Muhammad Mamle

Ta Key Çawerêy Yaran Bim

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
1115
Ta key wek mecnûn wêlî herdan bim
Ta key xemzedey barî hîcran bim
Baxey destegul zarî û dilgîrîm
Pey pey zyad kird pejarey pîrîm
Kûrey derûnim betaw coşî girt
Firmêskî çawim zû xamoşî kird
Seyrim mehalen sefam betalen
Bo dûrî yarê esrînim alen
Min le xêlxaney mîhnet pamalim
Dexîl bo dostê pirsê ehwalim

Ta key çawerêy yaran bim, xerîbim le şaranim
Ta key xem helkêşî wan bim, çaw be girye û giryanim

Ger nemdîtêwe ’azîzim biro bo xot silamet
Deydinî yaran ’azîze gyane kewte qyamet

Dil zelîl bî bo le kulî were bigre samanê
Zûxawim le dilî helqulî girûy girtiwe bo cwanê

Wêlim be dway derdî dilim, xerîbim le şaranim
Des be sîne laremilim, çaw begrye û giryanim

Dilim deryay bê payan bê, her ax helkêşî tome
Cêgay xwaz û kanebyan bê yekcar pejarey tome