Lank lank lankolê lank le dar henarê
Westa bê le dûkanê lankê dirûst ka bo çawciwanê
Delê le lankêda nanum deba boy saz keyn colanê
Hey role serdil xir bî bab mirdû bî
Şew direnge bo cêjwanê
Tawe rojî rûnake hemû ’alem deyzanê
Ew qur’aney bitgirê hênat lêkit kirdewe
Sê car destit pê dada bo mizgewtit birdiwe
Bo xot keyfim bo dekey be gerdinî zerdewe
Eminit mal wêran kirduwe be dem dax û derdewe
Lank lank lankolê lank le dar kenêrê
Westa hat le hewlêrê lankî dirust kird dwênê û pêrê
Biçkolem xewî naye û lankem pê radejênê
Hawarî lankê kurte û nagate ber kenêrê
Lank lank lankolê lank le dar henarê
Westa bê le dûkanê lankê dirûst ka bo çawciwanê
Delê le lankê dananum deba boy saz keyn corlanê
Ey role serkewtû bî bab zîndû bî
Xoş binwe ta beyanê
Tawe rojî rûnake hemû ’alem deyzanê
*= honrawey em goranîye le bineretda bas le cêjwanî dildarîy daykêk legel xoşewîstekey dekat ke lew nêwaneda mindalekey astengîy bo saz dekat û be nenûstinî rêge be çûne jwanî daykeke degrêt. cya le hoy honînewey weha şî’rêk ke debê bezor beşûdranî jineke be kesêkî dîke cige le xoşewîstekey yan her hoyekî dîke bêt, kêşey dîy em honraweye nardin be şwên westayekî corlanesaze le taranî ’eceman! gwaye hemû kurdistan westakarêkî lê nebuwe ke bitwanê corlaneyek bo mindaleke saz bikat û pêwîst buwe hetim ’ecemêk ew îşe sadeye cêbecê bikat! belam ewey lem salaney dwayyeda beser honrawey em goranîye hatuwe naxoştir û nalojîktire; hendêk goranîbêjî jin yan pyaw gwaye hatûn be ’eqlî xoyan deqî honraweke rast kenewe û babî mindaleke le tûkî jiney biparêzin boye "bab mirdû bî"y eslî honrawekeyan gorîwe bo "bab zîndû bî"! ke buwete hoy seqebûtnî watay honraweke çunke eger jineke du’ay xêr bo mêrdekey bikat îdî bo debê legel kesêkî dîke arezûy bestinî jwanî hebêt!?
Rwangey serserî û rûkeşî em goranîbêjane û hendê bilîmetî benêw rûnakbîr buwete hoy têkdanî folkilorî kurd.
Wêneyan kem bêt!