Necmedîn Xulamî

Ey Baldarî Êsk Sûk

Bi dengê: Necmedîn Xulamî
Diyalekt: Soranî
2014
Ey baldarî êsk sûk
Bulbulî denûk biçûk
Baxçe be baxçe efrî
Wiçanêkî lê egrî
Kam serçil dilit girtî
Dengî lê hel’ebrî
Kam awaze şîrîne
Rûnakî û neş’ey jîne

Be çwar dewrya epjênî
Dinya pê ekenênî
Lew geruwe biçkolane
Em nexme berz û cwane
Çon dête der? çon erjê?
Wa gyan esmê, hoş emjê?

Minîş derûnim şad bê
Milim le bend azad bê
Dewr û piştim gulzar bê
’umirim yekser behar bê
Perdaxî awim gul bê
Cêy hesanewem çil bê

’eşqim wek ’eşqit pak bê
Pir le hîwa û rûnak bê
Ebedî bê û pircoş bê
Ewendey hî to xoş bê
Minîş ey melî pîroz
Be yek çirîkey pirsoz

Bestey wat bo exwênim
Ke cwan cwan bîlerzênim
Rûy kam gom şîn û menge
Kam dirext şox û şenge
Kam şax ke sext û berze
Bîxeme bûmelerze
Kam asman bê bine
Naxî pir kem le şine
Honrawe: goran