Najmadin Ghulami

Ey Baldarî Êsk Sûk

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
443
Ey baldarî êsk sûk
Bulbulî denûk biçûk
Baxçe be baxçe efrî
Wiçanêkî lê egrî
Kam serçil dilit girtî
Dengî lê hel’ebrî
Kam awaze şîrîne
Rûnakîw neş’ey jîne

Be çwar dewrya epjênî
Dinya pê ekenênî
Le geruwe biçkolane
Em nexme berzû cwane
Çon dête der? çon erjê?
Wa gyan esmê, hoş emjê?

Minîş derûnim şad bê
Milim le bend azad bê
Dewrû piştim gulzar bê
’umirim yekser behar bê
Perdaxî awim gul bê
Cêy hesanewem çil bê

’eşqim wek ’eşqit pak bê
Pir le hîwaw rûnak bê
Ebedî bêw pircoş bê
Ewendey hî to xoş bê
Minîş ey melî pîroz
Be yek çirîkey pirsoz

Bestey wat bo exwênim
Ke cwan cwan bîlerzênim
Rûy kam gom şînû menge
Kam dirext şoxû şenge
Kam şax ke sextû berze
Bîxeme bûmelerze
Kam asman bê bine
Naxî pir kem le şine