Emin regêk bûm regî gulebax
Rwabûm, siruştî, le dawênî şax
Ba helîkendim, ba helîgirtim
Derya be derya dinyay pê kirdim
Firêy dam le naw dirk û dalistan
Cergim heltoqî le taw kurdistan
Êstaş detirsim aware bimirim
Leşim çiqil bê, gulebax negirim
Bon û beramem negate yaran
Cwanîm nebînin polî dildaran
Hozar le dyarim firmêsk nerêjin
Sitranî ewîn be dil nebêjin
Yaran, hozaran swênd bê be jyanim
’işqî êweye hewarî gyanim
Yadî êweye sirrî manewem
Xemî êweye hoy jyanewem
Êwe dûr nîn lêm le naw demaran
Xwênin, xiroşin le şewî taran
Ger le dûrîşda serim nayewe
Bilên gulebax rûsûr mayewe
Emin regêk bûm regî gulebax
Rwabûm, siruştî, le dawênî şax
Ba helîkendim, ba helîgirtim
Derya be derya dinyay pê kirdim