
Emin regêk bûm regî gulebax
Wa bûm, sruştî, le dawênî şax
Ba helî kendim, ba helîgirtim
Derya be derya dinyay pê girdim
Firê dam le naw dirk û dalistan
Cergim heltoqî le taw Kurdistan
Êstaş detirsim aware bimrim
Leşim çiqil bê, gulebax negrim
Bon û beramem negate yaran
Ciwanîm nebînin bûrî dildaran
Hozar le diyarim firmêsk nerêjin
Sitranî ewîn be dil nebêjn
Yaran, hozaran swênd bê be jiyanim
eşqî êweye hewarî giyanim
Yadî êweye sirî manewe
Xemî êweye hoy jiyanewem
Êwe dûr nîn lêm le naw demaran
Xwênin, xiroşin le şewî taran
Ger le dûrîşda serim nayewe
Bilên gulebax rû sûr mayewe
Emin regêk bûm regî gulebax
Wa bûm, siruştî, le dawênî şax
Ba helî kendim, ba helîgirtim
Derya be derya dinyay pê girdim