Şêrko Bêkes

Dîsanewe Bawkim

Bi dengê: Şêrko Bêkes
Diyalekt: Soranî
1615
Mirdin
Êcgar bew şêweye tirsinak û xeter nîye wekû xelkî basî eken
Min be bawkima ezanim
Şes sal le lay mirdine û dwênê ke hatewe malê goranî wa negorabû ke ême neynasînewe
Raste mirdin dem û çawî hendê şê’rî ta radeyek pîr kirdibû
Raste mirdin hendê çirç û loçî tazey xistibuwe nêw qiseyewe
Kemêk rengî hîwakanî zerd kirdibû!
Belam hergîz newerîbûn
Lebîr sal neçûbûnewe
Bawkim dwênê wextê gerayewe malê qelem û kaxez û gul û dilî mindal û balinde hemûyan çûn be pîryewe
Axir eger wekû elên mirdin ewende dirinde û xeter bwaye
Ewî exward û ne’ema û lebîrî şê’rîş eçowe
Belam aya em mirdine bo hemû kesê her waye?
Yan be tenha bo ewaney ke hergîz lêy netirsawin û wekû bawkim
Seryan dawe be azadîy û dilyan kirduwe be çira û çiraşyan dawete destî xoşewîstî em dinyaye