Sherko Bekas

Dîsanewe Bawkim

By: Sherko Bekas
Dialect: Sorani
509
Mirdin

Êcgar bew şêweye tirsinakû xeter nîye wekû xelkî basî eken

Min be bawkima ezanim

Şes sal le lay mirdinew dwênê ke hatewe malê goranî wa negorabû ke ême neynasînewe

Raste mirdin demû çawî hendê şê’rî ta radeyek pîr kirdibû

Raste mirdin hendê çirçû loçî tazey xistibuwe nêw qiseyewe

Kemêk rengî hîwakanî zerd kirdibû!

Belam hergîz newerîbûn

Lebîr sal neçûbûnewe

Bawkim dwênê wextê gerayewe malê qelemû kaxezû gulû dilî mindalû balinde hemûyan çûn be pîryewe

Axir eger wekû elên mirdin ewende dirindew xeter bwaye

Ewî exwardû ne’emaw lebîrî şê’rîş eçowe

Belam aya em mirdine bo hemû kesê her waye?

Yan be tenha bo ewaney ke hergîz lêy netirsawnû wekû bawkim

Seryan dawe be azadîyû dilyan kirduwe be çiraw çiraşyan dawete destî xoşewîstî em dinyaye