Le dewrî pîrî meyxane sedayî mutrîban ba bê
Le tarîkî şewî hîcran çiray def’î xeman ba bê
Le naw bezmî herîfana le zumrey bezmî rindana
Le nalînî xerîbana deway derdî dilan ba bê
Le ber naley hezînî min le ber şînû girînî min
Le ber derdî birînî min nesîmî hem zeban ba bê
Xulamî serwî balatim esîrî zulfî tatatim
Şehîdî çawî şehlatim qiranî aşqan ba bê
Le hîcranî xezan ta key be umîdî gulan ta key
Le nexmey bulbulan ta key deba feslî gulan ba bê
Zemane bezmî rindane bide saqî be peymane
Le ber te’zîmî meyxane bilên pîrî muxan ba bê
Nemawe haletû jînim le des çû rohî şîrînim
Refêqan bên biken şînim seday giryew fuxan ba bê
Ke aşq qurbeser mawe serapa xerqî xwênawe
Elên dûbare kujrawe tebîbî halzan ba bê