Le dewrî pîrî meyxane sedayî mutrîban ba bêLe tarîkî şewî hîcran çiray def’î xeman ba bêLe naw bezmî herîfana le zumrey bezmî rindanaLe nalînî xerîbana deway derdî dilan ba bêLe ber naley hezînî min le ber şînû girînî minLe ber derdî birînî min nesîmî hem zeban ba bêXulamî serwî balatim esîrî zulfî tatatimŞehîdî çawî şehlatim qiranî aşqan ba bêLe hîcranî xezan ta key be umîdî gulan ta keyLe nexmey bulbulan ta key deba feslî gulan ba bêZemane bezmî rindane bide saqî be peymaneLe ber te’zîmî meyxane bilên pîrî muxan ba bêNemawe haletû jînim le des çû rohî şîrînimRefêqan bên biken şînim seday giryew fuxan ba bêKe aşq qurbeser mawe serapa xerqî xwênaweElên dûbare kujrawe tebîbî halzan ba bê