Le mal royî berew mekteb be tennazî kiçe cîranCîhan lerzî semaw ’erzî leber nazî kiçe cîranLe rêy mekteb rêgam lê girt le razî dil bikem halîSerî daxist dîsan royî be narazî kiçe cîranWekû tawus deka lence ke radebrê be ser penceBe reqsî çaw dekêşê dil bo dilbazî kiçe cîranŞewê ta rojî rûn degrîm degel nexşî xeyalatimSeher hazir debim zû zû le rêbazî kiçe cîranSeher hazir debim fewrî le rêbazî kiçe cîranBe zahîr gerçî torawew lêm lalûte îmrokeLeber nexşî nîgay nexşî belam razî kiçe cîranLe pertûkî nîgay nexşî belam razî kiçe cîran