
Le mal royî berew mekteb be tennazî kiçe cîran
Cîhan lerzî semaw ’erzî leber nazî kiçe cîran
Le rêy mekteb rêgam lê girt le razî dil bikem halî
Serî daxist dîsan royî be narazî kiçe cîran
Wekû tawus deka lence ke radebrê be ser pence
Be reqsî çaw dekêşê dil bo dilbazî kiçe cîran
Şewê ta rojî rûn degrîm degel nexşî xeyalatim
Seher hazir debim zû zû le rêbazî kiçe cîran
Seher hazir debim fewrî le rêbazî kiçe cîran
Be zahîr gerçî torawew lêm lalûte îmroke
Leber nexşî nîgay nexşî belam razî kiçe cîran
Le pertûkî nîgay nexşî belam razî kiçe cîran