Meqamî yekem:
Be qurban xakî rengînî mukiryanû mehabadî
Deromû her ewîndarim be şarî şî’rû azadî
Mehabade qelay cwanî hewargey şî’rû goranî
Le mêjûy nîştimanmida tiruskey dê çirakanî
Şerit bê gulî kes azîzekem nakem be bowe
Ta gulim bo dê azîzekem le xizmet towe
Eger bebê to azîzekem şadîm le dil bê
’umrî cwanîm ey hawar awêtey gil bê
Meqamî duwem:
Derdî dûrî derdî dûrî kuştimî
Derdî huşyarîw sebûrî kuştimî
Yadî yaranî wilatim rojû şew
Lêy heram kirdim qerarû xurdû xew
Xemrewênêk lêre min nakem be dî
Çon pena bo mey nebem saqî edî
Nabînim xakû wilatû şarî xom
Nabînim nasyawû dostû yarî xom
Rû le her layek dekem namoye bom
Nabînim cêjwanû kewnelanî xom
Çawit estêre azîzekem rû le ko deka
Ew dilem weswesey ey hawar diley to deka
Ew dilem weswesey ey hawar balay to deka
Deştî pişt qela azîzekem razawe be gul
Her tom xoş dewê ey hawar be gyanû be dil
Honrawey meqamî yekem: #mamosta_şerîf
Honrawey meqamî duwem: #hêmin mukiryanî
Raberî orkêstir: #kawe_feqîzade